25 Haziran 2025 Çarşamba

Em ê bi wêrektîya şoreşa jinê dorpêça desthilatdarîya zilam hilweşînin

Bi rastî jî pêşketineka dîrokîye ku netewa mêtingeh û jina ku despêkê bûye mêtingeh di vê astê da hêza gotina biryardar li ser çarenûsa xwe bi dest xistine. Ev asta ku li Rojava hatîye bidestxistin, êdî wê di têkoşîna hemû gel, bawerî û bê guman jin ên bindest û hemû nasnameyên zayendî yên bindest ên Sûrîyê da rolekê bilîze. Niha, şoreşa jinan a Rojava ji bo gelên bindest ên elewî, durzî, xiristîyan, êzîdî, ereb, tirkmen û ermenîyan dibistanek hêz û têkoşînê ye ku xwe bispêrin.

Rojhilata Navîn navenda herî êrîşkar a serdestîya zilamperest e. Di serî da dewleta tirk a înkarker û mêtîngehkar, her wiha Iraq, Îran, Îsraîl, Erebistana Siûdî û Sûrîye di heman enîya dijminahîya jinan da ref digrin. NATO ya ku hêza şer a zilamperestîya kapîtalîst û emperyalîst e, li dijî têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadîyê wek navenda fermandarîya vê enîya mêtingehkar, înkarker, cîhadîst û faşîst e. Li dijî vê dorpêça herî paşverû ya zilamperest şoreşa me ya jinan a Rojava bi şerkirin, berxwedan û rêxistinbûyînê karîbû bijî. Ew li dijî enîya kapîtalîst, emperyalîst û mêtingehkar, di mewzîya herî pêş a enîya jinan da bû, xwedîyê vê rûmet bû.

Eger jinên di şoreşa Rojava da wêrekîya şerkirina li dijî çeteyên cîhadîst û faşîst ên wekî El Nusra, DAIŞ, SMO an HTŞ nîşan nedabûna, an jî li dijî êrîşên dagirkerîyê yên dewleta Tirk a mêtingehkar di enîya pêş da cih negirtibûna, şoreşa Rojava nikarîbû bibe şoreşa jinan. Ger jinên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di hemû mekanîzmayên şer û avakirinê da temsîlîyeta wekhev bi dest xistibin, bingeha vê yekê pozîsyonên wan ên herî pêşketî yên di çeperên şer da ne. Jinek ku çek di destê xwe da digire hemû darazên nirxên civakî û çandî serûbin kirîye. Ger em serokeşîr û sîyasetmedarek jin di heman çarçovê da bibînin, ev ne tenê xuyakirineke, ev rastîyek bi dest xistî ye. Nûnertîya jinan di şandeya ku di 1ê Hezîranê da çû Şamê da pir girîng e. Û ya ku ji vê yekê balkêştir e hebûna YPJ di vê şandeyê da ye. Di hevdîtinên li hemberê hikûmeta nû ya cîhadîst a Şamê, ku bi qanûnê mafê jinan ya hilbijartina her pîşeyê sînordar kirîye da beşdarbûna li ser navê fermandarîya artêşa jinan, YPJ, bûye sembola şoreşa jinan, rêxistinbûna jinan û hişmendîya zayendî. Rewşa şênber ji alîyê hêzên dij-şoreşger ve ferzkirina rastîyekê û qebûlkirineka bi zorê ye. Şoreşa me ya jinan dikeve sala xwe ya 13an, û ew bûye yek ji kêlîyên sembolîk. Jin ne tişteka ku wek li Reqa, Şengal û Minbicê DAIŞ dixwest di tarîya dîrokê da veşêre, bike kole, pêşkêşî mêran bike, an jî li bazaran bifroşe. Wan xwe birêxistin kirîye, artêşek ava kirîye, şer kirîye û bûye kirdeyek çalak a dîrokê.

ŞOREŞA ME YA JİNAN A ROJAVA NİHA Lİ SER BERGEHEK NÛ YE
Di sedsala 20an da Kurdistan carekê bi Peymana Sicus Picut hate parçekirin, û dû ra bi Peymana Lozanê ya 1924an neteweya Kurd hate înkarkirin û paşguhkirin bi vê ra qonaxek nû di dagirkirin û îlhaqkirinê da dest pê kir.

Sal 2025 e. Ji alîyê cihgirtina stratejîk a hemû hêzên şoreşger û dij-şoreşger yên li Rojhilata Navîn ve, ev serdemeka nû ye. Û di vê konjonktura nû da, bi taybetî li Rojava neteweya Kurd, hêza dîyarkirina mafê xwe bi dest xistîye, ev hêmana sereke ya dîyarker e. Bi rastî jî pêşketineka dîrokîye ku netewa mêtingeh û jina ku despêkê bûye mêtingeh di vê astê da hêza gotina biryardar li ser çarenûsa xwe bi dest xistine. Ev asta ku li Rojava hatîye bidestxistin, êdî wê di têkoşîna hemû gel, bawerî û bê guman jin ên bindest û hemû nasnameyên zayendî yên bindest ên Sûrîyê da rolekê bilîze. Niha, şoreşa jinan a Rojava ji bo gelên bindest ên elewî, durzî, xiristîyan, êzîdî, ereb, tirkmen û ermenîyan dibistanek hêz û têkoşînê ye ku xwe bispêrin. Konferansa Jinên Kurd biryardarîya xwe ya parastina destkeftîyên xwe tekez kirîye. Ev pir watedar e ku jinên Ereb li Reqa, Tebqa û Dêra Zorê, di bin pêşengîya Rêxistina Jinan a Zenûbya da, bi hêza ku ji şoreşa jinan wergirtine, li dijî zilm û zordarîya zilamperest bi hev ra xwe birêxistin kirine. Divê careka din were gotin ku çi dayik be, çi hevjîn be, çi jî jina herî qebûlkirî be, rewş naguhere. Jin êdî ji vê rastîyê agahdar in.

Civînên jinan ên li Şam, Heleb û Suweydayê, û çalakîyên hevgirtinê yên bi jinên elewî yên peravê ra ji bo afirandina bingeha îtifaqa jinan girîng in.

Li hember kevneşopî û çanda serdesta ku jin wekî welatîyên tebaqa duyemîn têne dîtin ku exlaqê feodala burjuva ya serdest e, û xuyangên heman zîhnîyetê ne, ji bilî rêxistinbûn û şerkirina bi hemî rêbazan, tu rêya rizgarîya jinan tune.

Destûra nû ya ku ji hêla HTŞê ya cîhadîst ve hatî ragihandin, destûrek bi tevahî dijminê jinan e. Bê guman, jinên ji Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dê vê destûrê qebûl nekin.
Ew di Komara Ereb a Sûrîyê da israr dikin. Xeta birdozî, sîyasî û civakî ya HTŞê xeta DAIŞê ye. Rêbera vîzyona Sûrîyeya li ser serwerîya neteweyî ya burjuva ya erebî dewleta burjuva ya tirk a înkarker, mêtingehkar û kapîtalîst e.

Çarenûsa bi hezaran jinan hîn jî ne dîyar e. Çeteyên HTŞê bi taybetî li dijî jinên elewî yên li peravê bi komkujî, revandin û tecawizkirinê sûcên nû li sûcên xwe zêde dikin. Ji peravê revandin û firotina jinên elewî rastîya DAÎŞ bûna HTŞê ya ku xwe bi cilên fermî vedişêre eşkere kirîye. Bi heman awayê, tayînkirina kujerê Hevrîn Xelef wekî fermandarê Firq eya 86an a xeta Reqa, Hesekê û Dêra Zorê îtîrafkirina rastîya DAIŞê ye ku bi HTŞê ve hatîye veşartin. Ev helwesteka ji bo tirsandina şoreşa jin e.

Her çend ev rastîya HTŞê be jî, gavên ku emperyalîstên Fransa, Almanya, Emerîka û Îngilîstanê ji bo rewakirina HTŞê avêtine jî rastîya emperyalîstan eşkere dike. Ew jî dewletên sermayeya desthilatdarîya zilamperest a çînên mijokdar û mêtingehkar ên dijminê jinan in.

EM ŞOREŞA XWE YA JİNAN BİPARÊZİN, TÊKOŞÎNA Jİ BO SOSYALÎZMÊ MEZİN BİKİN
Hev-nûnertî, di heman astê da rêxistinbûn û hêza parastina jinan banê sîyasî û birdozî yê şoreşa me ya jinan pêk tînin. Lêbelê, ji bo pêşxistina şoreşa me ya jinan, divê pozîsyona sîyasî û hişmendîya ku hatîye bidestxistin bi bingehek nû ya maddî ra bigihêje hev. Niha, bingeha aborî ya şoreşa me ji kapîtalîzmê derbas nekirîye. Û ev bingeha aborî, civak û têkilîyên ku bi wê ra lihevhatîne ferz dike. Hişê sîyasî û birdozî yê şoreşa me tenê dikare bi bingehek nû ya aborî ya sosyalîst vê bingeha aborî derbas bike. Bi gotineka din, bingeha maddî dikare bi bingeha maddî, û hişmendî jî bi hişmendî were guhertin. Û ev dikare bi şoreşek civakî pêkan be. Ji bo pêşxistina şoreşa me ya jinan, girîng e ku jinên karker, kedkar û bindest ên ji hemû netewe û bawerîyên kurd, ereb, ermenî, tirkmen, durzî, êzîdî, xiristîyan, elewî û misilman, di têkoşîna li dijî dagirkerî, mêtingehkarî û îstismarê da bibin yek û xwe bi rêxistin bikin. Eger yekem dabeşkirina çînî di dîrokê da bi desteserkirina keda jinan dest pê kirîye, werin em vê zincîra koletîyê ya yekem bi hêza şoreşa xwe ya jinan bişkînin û têkoşîna ji bo Rojava, Sûrîyê û cîhanê ya bê çîn, bê îstîsmar û wekhevîya zayendî mezin bikin. Werin em xwe birêxistin bikin. Tenê jinên ku xwe birêxistin dikin û ji bo sosyalîzmê şer dikin dikarin şoreşa me bigihînin armanca sosyalîzmê.

Di salvegera xwe ya 13emîn da bijî şoreşa me ya jinan, bijî sosyalîzm!

*Rojavalı komünist kadınlar tarafından çıkarılan Raperîn gazetesinin Haziran 2025 tarihli 16. sayısındaki başyazısı. Yazının aslına buradan ulaşabilirsiniz.